BANGEWAZÎ JI BO HEMÛ NIVÎSKARÊN KURD ÊN KU BI KURMANCÎ DINIVÎSÎNIN
BANGEWAZÎ

BANGEWAZÎ
JI BO HEMÛ NIVÎSKARÊN KURD ÊN KU BI KURMANCÎ DINIVÎSÎNIN
Piştî derçûna hejmara(0)ê, Komîteya Birêvebir a Kovara Rojava´yê, xwe ji boyî çapkirin û belavkirina hejmara(1)ê amade dike. Komîteya Birêvebir dê hewl bide ku hejmara(1)ê, di qada kovargerî û çapemeniya Rojavayê Kurdistanê de hejmarek e nimûnedar û balkêş be, hem bi naverok û hem jî bi rastnivîsîn û rêzimana xwe.
Komîteya Birêvebir, bi vê helkeftinê, banga xwe digihîne hemû nivîskarên Kurd ên ku bi Kurmancî dinivîsînin ku beşdarî dewlemendkirina rûpel û naveroka kovarê bibin û li ser vê Ê-Peyamê hetanî 30.09.2018ê dest bi têkiliyan û şandina berhem û nivîsarên xwe bikin:
kovararojava@ar.rojava.net
Di gel rêz û silavên Komîteya Birêvebir a Kovara Rojava
Qamişlo, 11.09.2018